Li Wanê Erdhejek Mezin


08:27 23.10.2011

Erdhej li Sêrt, Şirnex û Erzeromê jî hate hîskirin.

Li gor agahiyên pêşî li herêmê heta niha agahdariya miriyan tune, lê li Wanê çendek mal xera bûn.

Hate ragihandin ku piştî erdejê gelek ambulansan birîndar kişandine nexweşxaneyan.

Li gor agahiyan erdhej cara sêyem pêk hat. Li gor agahiyên fermî cara yekem di 13:41'ê de, cara duyem di 13:48'an de û cara sêyem di 13:56'an de pêk hat.

Li gor agahiyên fermî cara yekem di asta 6.6 de, cara duyem di asta 5.4 de û cara sêyem di asta 5.5 de pêk hat.

Navenda erdhejê Wan e, lê li Amed, Şirnex, Mêrdîn, Erzerom û Duhokê jî hate hîskirin.

Agahî tên...