Li Colemêrgê Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran


06:02 03.12.2011

Navenda Çanda Feqiyê Teyran a ku demek direje xebatên avakirine ji aliyê Şaredariya Colemêrgê ve dihat kirin di 4'ê kanûnê de vedibe. Di vekirina navendê de dê Rojbîn, Kadîr Çat, Koma Gulên Xerza û hûnermendên herêmî konserê bidin. Rayedarên navendê, ji bo tevlêbûna vekirina navendê banga tevlêbûnê kirin. DÎHA (dt/mae)