Komîte: Ji me re tu teblixat nehatiye


09:06 16.03.2012

Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Amedê M. Eşref Mametogul têkildarî nûçeyên hinek ajansan ên bi çavkaniya rayedarên walîtiyê yên tên gotin ji Newroza Amedê re destûr nehate dayîn daxuyanî da. Mametoglu, diyar kir ku têkildarî serlêdana wan a ji bo Newrozê hêj tu teblîgatên fermî ji wan re nehatin e.

(bd)