3. Rojên Fîlman ên Bazîdê dest pê dike


07:58 26.04.2012

Bernameya 3'yemîn Rojên Fîlman ên Bazîdê ya ji aliyê Şaredariya Bazîdê ve tê organîzekirin aşkera bû. Li navçeyê di nava 2 rojan de gelek film belgefilm dê bên pêşandan.

3'yemîn Rojên Filman ên Bazîdê ya ji aliyê Şaredariya Bazîdê ve tê organîzekirin dest pê dike. Di bernameya rojên filman a îsal de piranî filmên kurd cih digirin. 3'yemîn Rojên Filman ên Bazîdê di 28 û 29'ê nîsanê de pêk tê û di nava 2 rojan de gelek film, filmên kin û belgefilm bên bêşandan.

Bernameya filman wisa ye:

28'ê nîsanê

Filmên zarokan (13.00) Halepçe / Hêviya Bêdawî (Belgefilm) (15.00) Gude Entel Lı Hemberî Gundê Efe (19.00)

29'ê nîsanê

Nîşandana Kurefîlmanê (13.00) Cewher (Belgefilm (15.00) Rêç (19.00)

(bd)