Ji Weşanxaneya Ronahî’yê Helbestvanekî nû


04:06 10.05.2012

Weşanxaneya Ronahî kitêba Rêdûr Dîjle ya bi navê “Eşêfa Temenekî” weşand. Rêdûr Dîjle bi vê berhemê gav avêt qada nivîskariyê. Berhema wî ya bi navê Eşêfa Temenekî ji bîst û çar helbestan pêk tê. Û dê vê hefteyê xwe bigihîne ber destê helbesthezên kurd. Ronahî dê heya fûara Tuyapê ya sêyemîn ya Amedê hejmara pirtûkên xwe ji bîst û pêncan bigihîne sî û pêncan ango dê deh pirtûkên nû biweşîne.