Li navçeya Geverê ya Colemêrgê beriya cenazeyê endamê HPG'ê Adnan Tekîn (Hejar Zagros) yê li Gumuşxaneyê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da welatî û esnaf neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin.
Esnaf û welatiyên navçeya Geverê ya Colemêrgê beriya merasima cenazeyê endamê HGP'ê Adnan Tekin (Hejar Zagros) ku li Gumuşxaneyê jiyana xwe ji dest da, dikan û derabeyên xwe venekirin. Li navçeya ku hemû dikan û kepeng girtî ne polîsan li gelek cihan nokteyên lêgerîn û kontrolê ava kirin. Cenazeyê Tekîn dê li gundê Meşganê yê Geverê bi girseyî bê definkirin.
(mae)