BDP: Êrişa li Meletiyê bi plan e


12:14 30.07.2012

Navenda Giştî ya BDP'ê derbarê êrîşa li hemberî welatiyên elewî yên li Bajaroka Surgu ya girêdayî Navçeya Wêranşara Meletiyê de daxuyanî da û diyar kir ku, ev êrîş bi zanebûn û plankirî pêk hatiye. BDP'ê anî ziman ku, ev ne bûyerek munferîte û bi plan pêk hatiye.

Navenda Giştî ya BDP'ê derbarê êrîşa li hemberî welatiyên elewî yên li Bajaroka Surgu ya girêdayî Navçeya Wêranşara Meletiyê de daxuyaniyek nivîskî da û êrîş şermezar kir. BDP'ê diyar kir ku, ev êrîş bi zanebûn û plankirî pêk hatiye.

BDP'ê anî ziman ku, ev ne bûyerek munferît û bi plan pêk hatiye. BDP'ê da zanîn ku, berê jî li dijî elewiyan komkujiyên Mereş Çorum, Sêwas û Gaziyê pêk hatiye û ev yek bi zanebûne û wiha got: "Em vê êrîşê li dijî welatiyên me yên elewî pêk hatiye pir qirêj dibînin û şermezar dikin. Em dixwazin bi lezgîn bûyer ronî bibe û derbarê berpirsiyaran de doz bê vekirin û berpirsiyar bên cezakirin."

ANF NEWS AGENCY