Li Şemzînanê operasyona berfireh


08:00 11.08.2012

Li çiyayên navçeya Şemzînana Colemêrgê bi tevlîbûna yekîniyên taybet operasyona leşkerî ya berfireh hate destpêkirin.

Li gorî agahiyên, li çiyayên navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bi tevlîbûna gelek leşker û tîmên taybetm operasyona leşkerî ya berfireh hate destpêkir. Operasyon li çiyayên Goman, Mîrgesava, Serpan, Masîro û Nîrkula yên ku di 23 tîrmehê dest pê kir didome. Yekiniyên taybet yên Sêrt û gelek bajerên din ku hatin sewqkirin tevlî operasyone dibin.

(dt/mae)