Li Geverê çawişekî pispor mir


04:22 20.08.2012

Hate ragihandin ku, di teqîna li herêma Oremar ya navçeya Gevera Colemêrgê de çawişekî pispor miriye û 2 leşker jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, gêrîlayên HPG’ê li dijî leşkerên artêşa Tirk yên derketine operasyonê çalakiyekî bombeyî li darxistine. Di bûyerê de çawişekî pispor mir û 2 leşker jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku, leşkerên birîndar rakirine Nexweşxaneya Leşkerî ya Colemêrgê.

ANF NEWS AGENCY