Recep Tayip Erdogan Zelal e


02:07 26.12.2010

Di Lijneya Giştî ya Meclîsa Enqereyê de, di nîqaşên roja dawîn a but.eyê de Recep Tayîp Erdogan xeber da û komxebeta “Xweseriya Demokratîk” a Amedê û BDP kir hedefa xwe.

Beriya hilbijartinê Kurd û BDP wekî bermayiyên terorê, dek û dolapkar, kemînkar û bi kirina provakasyonê tawanbar kir. Eerdogan wisa got, “ Zimanê miletê min yek e, Tirkî ye.”

Erdogan got, “Wekî her carê, beriya hilbijartinê alîgir û piştmêrên terorê dîsa taşeroniyê dikin, em ê hewldana wan a dîzaynkirina polîtîkaya navxweyê bêbersiv nehêlin.” Erdogan got, “ ew ê tawîza derbarê yek ziman, yek netew û tek dewletê nedin tu kesî.”

Çavkanî (ANF)