Li Helebê ciwanek Kurd hate kuştin


06:19 01.11.2012

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, duh di saetên danê nîvro de, li taxa Siryan a Helebê ciwanê Kurd ê bi navê Ebdulrehîm Hekî li rastî gulebaranê hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Hate diyarkirin ku 3 kesên din jî birîndar bûn.

Hate zanîn ku Hemkî bavê 3 zarokan e û ji gundê Eynidarê yê Efrînê ye û sala 1980’ê ji dayik bûye.

ANF NEWS AGENCY