Fermandara YPGê Nûjîn Dêrîk hat şehîdkirin


06:29 01.11.2012

Hat ragihandin ku Nûnera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya Helebê Nûjîn Dêrin, ji aliyê komek çekdar ve hatiye înfazkirin.

Di 26ê cotmehê de li bajarê Helebê di navbera YPGê û çeteyan de şer rû dabû û di encam de 8 kurd hatibûne qetilkirin. Di dema dan û stendina cenazeyan de nûnera YPGê Nûjîn Dêrik ji aliyê çeteyên çekdar ve hatibû revandin. Li gor agahiyên ku hatine girtin, Nûjîn Dêrik hatiye înfazkirin.

Amîda Kurd