Vê hefteyê ji Weşanxaneya Ronahî berhemeke hêja derçû. Helbestvanê nemir Arjen Arî yê ku di demeke nêz de ji nav me koç kir. Bi berhemeke hêja silav li me kir û weke ku bêje “wêjekar tu car namire” dengê xwe gihand xwendekar û hezkerên xwe. Berhema wî ya ku ji Weşanxaneya Ronahî derçûye ji ceribandinên wî yên weşandî û neweşendî pêk tê. Navê berhemê “Xame Sihurî Kaxiz Şiyar Ma” ye û ev berhem ji sê beşên bi navê “Bajar, Civak û Wêje”yê pêk tê. Edîtoriya berhemê Şengul Ogur kiriye. Berhem bi tevahÎ 276 rûpel e. Berpirsê Weşanxaneya Ronahî’yê Mihemed Ronahî ragihand ku “ bi weşandina vê pirtûkê mebesta me ew bû ku, Em Arjen Arî’yê nemir bi xwendekar û hezkerên wî bidin naskirin û aliyên wî yên nenas jî bidin zanîn. Lewre Mamosteyê nemir di vê berhemê de bi awayekî derbirînên xwe ragihandiye xwendekarê xwe.”