Li Çardêranê dîwana dengbêjan


06:20 07.03.2013

Li navçeya Çardêranê ya Wanê dengbêjên Serhedê dîwana dengbêjan ava kirin û bi sewt û awaza xwe ya ji hev xweştin stran strîn.

Dengbêjên herêma Serhedê li avahiya BDP'ê ya Çardêranê dîwana dengêjan ava kirin. Dengbêjên ku li avahiya BDP'ê kom bûn, dîwan ava kirin û wekîe ku têkevin pêşbirga deng û sitrîna stranan bi sewt û awaza xwe hunerên xwe pêşkêş kirin. Dengbêjên ku ji Qers, Îdir, Agirî, Mûş, Colemêr û Wanê hatin li avahiya BDP'ê kom bûn û stran strîn heta derengê şevê guhdarên xwe mest kirin.

(mae)