Ji bo Mîhricana Ehmedê Xanî bangawazî


04:18 22.06.2013

10:00 22.06.2013 1 / 21 COLEMÊRG (DÎHA) – Ji bo 1'emîn Mîhricana Çand û Hûnerê ya Ehmedê Xanî ku ji aliyê Şaredariya Çelê di 24-25'ê Hezîranê de li Deşta Xanê dê were lidarxistin, bangawazî hate kirin.

Xebatên amadekariyên 1'emîn Mîhricana Çand û Hûnerê ya Ehmedê Xanî ku ji aliyê Şaredariya Çelê ya Colemêrgê dê di 24-25'ê Hezîranê li Zozanên Deşta Xanê were lidarxistin, bi dawî bûn. Şaredarê Çelê Hidir Demîroglû xebatan di cih de kontrol kir û diyar kir ku hemû amadekariyên paqijkirina rê, sererastkirina erd, ceyran û hwd. hatiye bi dawî kirin. Demîroglu, bang li hemû kesan kir ku beşdarî mîhricanê bibin.

(ab)