Li Stockholmê Festîvala Fîlmên Kurdî


04:32 03.10.2013

Piştî festîvaleke serkeftî ya sala 2013 em niha bi heyecaneke mezin amadekariya festîvala xwe ya duyemîn dikin ku dê di navbera 27 sibat - 2 adar 2014 li dar bikeve. 

Festîvala me ya yekemîn baleke mezin dît ji çapemeniya Swêdê, baldarên sînemayê û sînemageran. 

Me dît ku li Swêdê balek mezin ji fîlmên Kurdî re heye û loma jî vê carê me bernameya xwe berfirehtir kiriye. 

Sînemager heta 1’ê mijdarê (november) dikarin fîlmên xwe ji me re bişînin. 

Ji bo agahiyên zêdetir, malpera me: www.kurdishfilmfest. com. 

Ji bo pirsên we: info@kurdishfilmfest.com. 

Bi silavên germ, 

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stockholme