Amedê xemla xwe nû kir!.


07:42 16.03.2014

AMED (DÎHA) - Piştî rojên zivistanê yên sar û bi nêzîkbûna Newrozê re rojên germ dest pê kir. Bi destpêka rojên germ gulên daran bişkivîn. Gul û çîçekên li şaxên daran ketin mizgîniya baharê tîne. Gul û çîçeken reng û reng bi xweşikbûn û bêhna xwe jiyanê zindî û geş dike.

(Wêne: Şerife ORUÇ)

(mae)