Şaredariya Milazgirê tabelaya kurdî daliqand


04:50 16.06.2014

MÛŞ (DÎHA) - Şaredariya Milazgirê, tabelaya kurdî û tirkî li avahiya şaredariyê daliqand.

Şaredariya navçeya Milazgirê ya Mûşê di çarçoveya projeya 'jiyana pir zimanî' de tabelaya kurdî û tirkî li avahiya şaredariyê daliqand. Tabelaya kevn hat rakirin û tabelaya ku bi kurdî û tirkî li ser 'Şaredarî' hatiye nivîsandin hat daliqandin. Di sala 2011'an de di çarçoveya projeya 'jiyana pirzimanî' de navên şaxên şaredariyê bi kurdî û tirkî hatibû nivîsandin. Hevşaredarên Milazgirê Memnune Soylemez û Halîs Coşkun diyar kir ku girîngiyê didin çand û ziman, ji ber vê yekê tabelaya kurdî daliqandine.

(ça)