Seferberiya ji bo Şengal û Kobanê didome


04:46 12.11.2014

WAN (DÎHA) – Li Wanê kampanyaya alîkariyê ya ku ji aliyê Kordînasyona Piştevaniyê ya Şengal û Rojava ve hatiye destpêkirin didome. Li bajar heta niha 21 TIR alîkarî hatiye komkirin û bajar ji bo malovaniya welatiyên Kobanê amedekariyê dike.

Li Wanê di çarçoveya kampanyaya alîkariyê ya ji aliyê Kordînasyona Piştevaniya Şengal û Rojava hatiye destpêkirin de HDP û DBP û meclîsên taxan û welatî xebatên xwe didomînin. Alîkariyên ku di mehên havînê de hatin komkirin dem bi dem bi TIR’An ve hatin şandin û digihînin welatiyên Şengal û Kobanê. Endamê Kordînasyona Alîkariyê Cevdet Altindag der berê alîkariyan de got ku gelê Wanê 54 kamyon û 21 TIR alîkarî şandine.

Altindag diyar kir ku ew niha ji bo pêdiviyên zivistanê xebatê dikin û ji bo welatiyên Kobanê kon, betanî û kalorîferên bi avêtên germkirin kom dikin.

Ji berdevkên kordînasyonê Nurhayat Çelîk jî diyar kir kul i ser daxwaza Kordînasyona Alîkariya Rojava, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dê 40 malbatan bîne Wanê û pêdiviyên wan bi cih bîne.

(sa/wk)