Boksorê kurd bû şampiyonê Almanyayê


02:26 22.12.2014

Doh di şampiyoniya boksê ya Almanyayê de boksorê kurd Ismail Ozen ku mina “Kulma dînik a Dêrsimê” jî tê binavkirin, bû şampiyonê Almanyayê.

Ismail Ozenê Dêrsimî par jî bûbû şampiyon û îsal şampiyoniyê neda kesekî din. Di raunda 5. de, antrenorê raqîbê Ozen pêjgîr avêt rîngê û Ozen careka din bû şampiyonê Almanyayê. 

Piştî serkeftinê, Ozen, bi alaya YPGê derket ser rîngê û şampiyoniya xwe diyariyê berxwedana Kobaniyê kir.

Maça şampiyoniya Almanyayê, li saloneka ku bi alên YPGê hatibû xemilandin, ji aliyê 5 hezar kesî ve hat temaşekirin.

Amîda Kurd