Gelo Kenan Evren mir?


04:52 10.05.2015

Kenan Evren jî çû. Lê mabûna, bi ya me çêtir bû. Lewra, wî qeyd û bendan li dil, mêjî û jîyana civakeka qirase xist. Birîneka mezin li giyana civakê vekir û nav wê birînê tijî gemar kir.

Ji wê rojê ve ew civak nexweş e û safî jî nabe. Ji mîkrobên wan nexweşînan partiyên mîna DYP; AKP û kesên mîna Çîller û Erdogan û gelekên din afirîn. Dê hîn çendên din biafirin, ew jî ne diyar e. Êdî Kenan Evren miriye çiye? Bi çêr û xeberên nexweş jî, belku hûn dilê xwe hênik dikin, lê wisa jî dikevine xefika wî dîsa...


Mahabad Felat Arda