KOBANÎ
Kobanî êdî ne xemgîn e
Dilîlîne hemî jîn e
Bi ser dilan gul dibarîne
Can Kobanî
Ciwanên wê zend hilanîn
Li Miştenûrê alê danîn
Qirê li hoveberan anîn
Giyan Kobanî
YPJ rêber e can e
Bi YPGê re mil bi milan e
Mizgîniya xiyalan e
Can Kobanî
Îroj govenda pakrewan
Şahî li dilê hemû kurdan
Kobanî tu yî Kurdistan
Giyan Kobanî
Mahabad Felat Arda
2015-01-26