Malpera Mezopotamya xwe nû kir


05:53 14.01.2016

Malpera mezopotamya.gen.tr ku demek bû li ser nûkirina malperê û destpêkirina demeka nû ya malperê dixebitî, îroj dawî li van xebatên xwe anî û malper careka din bi naverokeka dewlemend dest bi weşana xwe dema nû kir.

Malpera mezopotamya.gen.tr di warê xizmeta ziman, dîrok, mîtolojî, folklor, çand û wêjeya kurdî de yek ji malperên herî xwedî ked û bi rûmet e.

Em weke redaksiyona malpera amidakurd.com serkeftinê ji mezopotamya.gen.tr û hemû kedkar û nivîskarên wê re dixwazin.

Amîda Kurd