Kerry û Lavrov wê îro li Cenevreyê li hev rûnên


04:24 09.09.2016

CENEVRE - ANF Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), John Kerry ê duh êvarê gihîşt bajarê Cenevre yê Swîsreyê, wê îro bi hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re rûnê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, hevdîtina îro wê dewama hevdîtinên hefteyên bihurî be. Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de wê mijarên; kêmkirina şîdetê û gihandina alîkariya însanî werin nirxandin. Her wiha wê pêşniyarên gengaz ên ji bo çareseriya siyasî ji nû ve werin bên nirxandin.