'Bila mamoste bên cem me'


02:36 20.09.2016

Beriya 3 salan li Amed, Gever û Cizîrê ji aliyê saziyên Kurdan ve dibistanên bi zimanê Kurdî yên perwerdehiyê hatibûn vekirin. Di 3’emîn sala xwe de dibistanên azad amadekariyên sala nû ya perwerdehiyê temam kirin û dê di 26 ê îlonê de dest bi perwerdehiyê bikin. Mamosta Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a li Rezan a Amedê perwerdehiyê bi zimanê Kurdî dide. Mamosta Leyla Bagatir da zanîn ku ew ji bo sala nû amade ne û bang li mamosteyên girêdayî Egîtîm Sen'ê yên ku ji kar hatin dûrxistin û bi zimanê Kurdî dikarin perwerdehiyê bidin, kir ku di sala nû de berê xwe bidin dibistanên azad û li wir dest bi perwerdehiya bi Kurdî bikin.