Xwepêşandana mamosta û karmendên Silêmanî destpê kir


04:33 20.11.2016

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

Îro saet 09:30'ê mamosta, karmend û xwendekarên zanîngeh û peymangehan li ber Kampa Nû ya Zanîngeha Silêmaniyê kom bûn û xwepêşandana xwe dewam kirin.

Xwepêşandan ji aliyê Desteya Parastina Mafê mamostayên zanîngeh û peymangehan ve tê organîzekirin. Di xwepêşandanê de weke rojên pêştir mamosta û karmend daxwaza maf û mûçeyên xwe dikin.

Xwepêşandana mamostan didome.

(sk)