HÛŞMEND KURDÎ/ GERMIYAN
Vê sibê mamoste, karmend û xwendekar li ber avahiya Rêveberiya Perwerdeya navçeya Kelarê ya ser bi parêzgeha Germiyanê bi armanca daxwazên wan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve were qebûlkirin, xwepêşandanek li dar xistin. Xwepêşandêran diyarkirin ku heya daxwazên wan neyên bicih anîn, ewê dest ji boykotê bernedin.
Xwepêşandan berdewame û mamosteyên nerazî dibêjin: “Divê rihê tekoşîn û berxwedanê di mede bihêztir bibe. Pêwîste em nerazîbûnên xwe berdewam bikin. Divê em li hember desthilatdaran çûk nedanin."
(bz)