Şervanên Xezeba Firatê 6 gund rizgar kirin


07:51 11.12.2016

REQQA – Şervanên Xezeba Firatê 6 gund rizgar kirin û qederek çek û cebilxane desteser kirin.

Şervanên Xezeba Firatê di çarçoveya pêvajoya duyem a hemleya rizgarkirina Reqqayê de 8 km pêşve çûne û gundên ′Merwaniyê, Cebel Kiraca, Hemêra biçûk, Hemêra mezin, Qerwedanê û Deraniyê′ ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin, her wiha qederek çek û cebilxane desteser kirin.

Li çeperên şer pêşveçûnên şervanan didomin.

(mm)

ANHA