Brîtanyayê hikûmeta xwe ya nû ava kir


08:54 12.06.2017

Li gorî lîsteya ku ji aliyê May ve hate eşkerekirin, piraniya wezîrên berê li şûna xwe man. May, di daxuyaniya xwe ya têkildarî hikûkmeta nû de got ku karê wan ê sereke wê danûstandinên li ser Brexîtê be.

 

Ji bo polîtîkayên Theresa May li meclîsê werin qebûlkirin, pêwîstî bi erêkirina 8 parlamenterên ji derve heye. Partiya Mûxafazakar wê ji bo vê yekê destekê ji Partiya Yekîtiya Demokratîk a Bakurê Îrlandayê bigire, ku partiyeke rastgire. 10 parlamenterên Partiya Yekîtiya Demokratîk hene.