Li Japonyayê lehî rabû


09:47 06.07.2017

Li bakurê girava Kyûshû ya Japonyayê, ji ber barana zêde lehî rabû. Bi taybetî li wîlayetên Fûkîoka û Oîtayê, 400 hezar kes neçar man ji ber lehiyê malên xwe biterikînin.

Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê hişyarî da, ku baran wê bidome û bang li gel kir, ku li gorî bangên rayedaran ên ji bo veguhastinê tevbigere.

Hat ragihandin, artêşa Japonyayê ji bo veguhastinê alîkarî daye.