Festîvala şanoya kolanê ya navneteweyî ya Merîwanê dest pê kir


07:43 10.09.2017

Piştî axaftina destpêkê ya li Qada Îmam Şafî ya li Merîwanê, bi meşa li Qada Şanoyê festîval hate destpêkirin.

Ji Brezîlya, Îspanya, Fransa, Azerbaycan, Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 362 lîstikvan û derhêner beşdarî festîvalê bûne û gelek saziyên çapemeniyê yên navneteweyî jî festîvalê dişopînin. Festîval wê heta 14’ê Îlonê bidome.

ANF