Deriyên sînor ên Rojhilat-Başûr radestî Heşdî Şabî hatin kirin


11:58 18.10.2017

Piştî êrîşên hikumeta Iraqê yên li hemberî Başûrê Kurdistanê, deriyê sînor ê Hecî Umran ê navbera bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê, radestî hêzên Heşdî Şabî hate kirin.

Tê gotin, deriyê sînor ê Perwezxanê jî, ku di navbera bajarê Kelar ê Başûrê Kurdistanê û bajarê Kasr-i Şîrîn ê Rojhilatê Kurdistanê de ye, radestî hêzên Heşdî Şabî hatiye kirin.

ANF