Girtina heyvê ew ê li gelek cihên dinyayê were temaşekirin. Girtina heyvê ya di 27’ê Tîrmehê de ew ê ya herî dirêj a vê sedsalê be û ew ê divê heyvgirtinê de heyv sor be.
Li Ewrûpayê ew ê heyvgirtin bi qasî 103 deqîqeyan bidome. Yên li Afrîka û Asyayê jî ew ê bi qasî 4 saetan karibin li vê rewşê temaşe bikin.
Ji bo girtina heyvê tu tevdîr hewce nake.
Li gelek bajarên Ewrûpayê heke rewşa hewayê guncav be, ew ê girtina heyvê karibe were temaşekirin.
Wê girtina heyvê di saet 21.30’an de dest pê bike û heta 01.28’an ew ê bidome.
ANF