Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 15’ê tebaxa 2018’an de Endamê Kordînasyona me ya Civaka Êzidî Îsmaîl Özden ê bi navê Mam Zekî Şengalî dema ji salvegera bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço vedigeriya, saet derdora 16.00’an bi êrîşek hewayî ya dagirkeran di encama suîkastê de jiyana xwe ji dest da û gihîşt asta şehadetê.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê têkildarî mijarê îro êvarê saet di 18.00’an de daxuyaniyek berfireh bê dayîn.
Jöderk: https://rojnews.news/ku/kurdistan/endame-kordinasyona-civaka-ezidi-zeki-sengali-sehid-bu-24109