9. Festîvala Filmên Kurdî şevê din li paytexta Elmanya Berlînê ji aliyê kompanyaya “Mîtos Fîlm” ve bi pişteveniya çend saziyên Elmanya li sînemaya Babîlon dest pê kir. Di roja yekemîn a festîvalê de gelek Kurdistanî, Elman û Ewropî amade bûn.
Festîval bi nîşandana filmê “Keçên Rojê” ku derhênera wê Êva Hûson e û lîstikavanê Îranî Gulşîfte Ferahanî ku qala rola fermandara jineke Kurd di şerê li dijî DAÎŞ’ê de dike. Fîlm qala berxwedana jinên Kurd a li Şengal û Rojavayê Kurdistanê dike.
9’emîn Festîvala Filmên Kurdî li Berlînê bi alîkariya sînemaya Babîlon û sînemaya Movîmento tê lidarxistin. Îsal zêdetirî 30 fîlm, kurtefîl û belgefîlmên derhênerên Kurd û Ewropî beşdar bûne. Li aliyê din di festîvalê de wê çend panelên ku qala sînemeya Kurdî û rola jin di sînemeya Kurdî û qala şervanên jin ên Kurdistanî di medya û sînemeya cîhanê de were kirin.
Fîlmên “Keçên Rojê”, belgefîlma “Fermande Aryan” ku derhêner Albo Sotora, belgefîlam “Dîstant” derhêner Leyla Toprak, belgefîlma “Berew azadî” derhêner Elîreza Mihemmedyan û belgefîlma “Diyalog” derhêner Selîm Yildiz ku naveroka hemûyan pirsa jin e wê werin nîşandan.
Li aliyê din di festîvalê de girîngiyek mezin ji bo fîlmên zarokan jî hatiye dayîn ku bi alîkariya Yekîtiya Xwendevanên Kurdistan yên Berlînê (Yekmal) û Zarok Tv çend filmên Kurdî û Elmanî ji bo zarokan wê were nîşandan.