Ciwanekî din agir berda bedena xwe


11:30 22.07.2011

Li bajaroka Sîdeyê ya navçeya Manavgatê ya Antalyayê ciwanê bi navê Mehmet Ayik (20) di salvegera rojiya mirinê ya di 14'ê Tîrmeha 1982'yan de ji bo şermezarkirina wehşeta Girtîgeha Tîpa E ya Amedê agir berda bedena xwe.

Li Sîdeyê duh saet 17.00'an de Mehmet Ayik ê ku agir berda bedena xwe ji kurapê xwe re ev peyam şand: "Kemal Pîr, Heyrî Durmuş, Mazlum Dogan û Bêrîtana me ye. Nikarin têkoşîna vî gelî bêzar bikin. Hate zanîn ku polîsan Ayik ê ku agir erdaye bedana xwe ferq kirine û ambûlans anîne û malbat agahdar kirine. Ayik rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Aknedîzê û li vir Tê dermankirin. Bedena Ayik ji sedî 90 şewitiye. DÎHA (sa)