Cejna Êzî ku vê Înê ye wê li Elmanyayê bi coş û şahiyan bê pîrozkirin. Bi vê armancê bi taybetî Malên Êzidiyan ên li Elmanyayê amadekarî kirin.
Bernameya pîrozbahiyên ku heta niha diyar bûne bi vî rengî ne:
Di 20'ê Kanûnê de wê li Mala Êzidiyan a Heîdekreîsê şahî bê lidarxistin. Xemgîn Bîrhat, Hîkmet û Mehmet, Koma Roniya Rojê wê hunera xwe pêşkêş bikin û qewl bê gotin.
Pîrozbahiya li bajarê Bîelefeldê wê heman rojê li Navenda Çanda Kurd pêk were û Mizgînê Miradê û Cengîzê Barzan wê bistirên.
Li Blanderê jî wê Kewê, Mesken Cemîl, Berfîn Buhar, Hozan Mazlûm, Can Oso derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin.
Li bajarê Hessîsch Oldendorfê jî wê Hozan Raed derkeve ser dikê, dîlan wê bê gerandin û qewl wê bê gotin.
Di 20'ê Kanûnê de wê li Mala Êzidiyan a Celleyê pîrozbahî bê lidarxistin û Xeyrî, Nesîbe, Mîkaîl, Nûrî Alî û Hasan wê hunera xwe pêşkêş bikin.
Bernameya pîrozbahiya li bajarê Weselê jî têr û tijî ye. Koma Agirê Rojê, Kemançe Denîz Talay, Govenda Ciwanên Nûranî û Koma Zarokên Rojê wê derkevin ser dikê.
Li bajarê Rheîneyê wê bi beşdariya Koma Îmad Xankî şahiyek bê lidarxistin.
Di 21'ê Kanûnê de jî wê pîrozbahî hebin.
Li Mala Êzidiyan a Sûlîngenê di şahiyê de Sertacê Burcun, Koma Fakira Semîr, Koma Serhatê Boncix, Ferhat Kocani û Saîd Îbrahîm wê hunera xwe pêşkê bikin.
Heman rojê wê li bajarê Schwalbachê jî şahî pêk wer û Hozan Sînan Bedrî hunera xwe pêşkêş bike.