Li Farqînê, di nav sînorên çar gundan de, devereka ku dikare dîroka mirovahiyê ronî bike hat dîtin.
Bîrên di hundurê kevirên mezin de hatine kolandin, derenceyên bi dest hatine çêkirin, mezelên nav keviran û pergala avê ya binerd a pêşketî, bûne vedîtineka grîng a ji dîroka veşarî ya li ser axa welatê me.
Hevşaredara Silîva (Farqîn) Sevîm Bîçîcî, bi alîkariya Rêveberiya Karên Çand û Civakî, di dema xebatên envanterê turîzmê de gihîştine ev dever dîtin. Sevîm Bîçîcî derbarê vê dîroka kevnare de wiha got: “Ev avahiyên dîrokî yên ku heta niha derneketibûn ronahiyê, ne tenê ji bo Farqînê, lê ji bo dîroka tevahiya Mezopotamyayê xwedî girîngiyeke mezin in. Bi taybet grîng e ku Wezareta Çand û Tûrîzmê û arkeolog û dîroknas bên herêmê û lêkolîn bikin. Şaredariya Farqînê ev dîroka kevnar derxist holê, lê ji bo kolandin û xebatên zanistî, pêdivî bi piştgiriya çavkaniyên akademîk heye.”
Çavkanî: Rûpela X a Şaredariya Farqînê.
Nûçe: Amîda Kurd