Karayilan Êvarî li Roj TV ye


09:06 14.08.2011

Piştî nûçe bi awayekî fermî îro ji aliyê Îranê ve hate weşandin, bi milyonan kesî berê xwe da çapemeniya kurd. Li Cafe, dikan, sazî û cihên civak lê rûdine kanalên kurdan, bi taybetî Roj Tv hate vekirin. Gelên cîhanê û dewletan berê xwe dan bersiva kurdan û belkî bersivek "zindî" hêvî dikirin.

Lê Rov Tv ragihand ku daxuyaniya Karayilan wekî roportaj dê îro êvarî were weşandin. Xuya ye Tevgera Kurd difikire ku sedema dereweke evqasî aşkere dibe ku komployeke navnetewî be. Yanî di demildest de bersivek "zindî" dikare bibe sedema ku nûçe rast vegere ango bibe rastî.

Nûçeya Îranê ku ji aliyê ANF û Roj Tv ve, ev du roj in tê derewderxistin, nîşan dide ku Tirkiye û Îran bi hev re li pey lîstikek mezin in. Bi hezaran leşkerên tirk ên çûne ser sînor jî li hêviya encama vê operasyona Îranê ye. Dema ku Karayilan di weşana zindî de derketa û bigota "ez va me, ez li ser kar im û nehatime girtin, ev derewan dikin", dê bi sedan fuzeyên Îranê û belkî yên Tirkiyeyê jî bi ser serê wî de bihatina xwarê.

Jixwe li gor nûçeya ANF'ê Îranê roja destpêka operasyona Qendîlê gelek fuze anîne navçeyeke ser sînor. Wekî tê zanîn berî ku Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûrî derkeve, dewleta tirk zirtên xwe kiribû û di heman demê de fuzeyên NATO bi gemiyan nêzî sînorê Sûriyeyê dibûn. Dubarebûna planeke bi vî rengî nîşan dide ku Îran ne bi tenê ye.