Ji Amîda Kurd Xizmeteke Nû 04:35 10.10.2011 Amîda Kurd di teknolojiya weşangeriyê de gaveke din pêşve davêje. Ji niha û pê ve Amîda Kurd dê rojname, kovar, pirtûk, namilke û berhemên we wekî elektronîk çap bike û biweşîne. Wekî gava yekem îro hejmara 168'mîn a Rojnama Agirî bi we re tê parvekirin. Her wisa hejmarên 30, 31, 32, 33, 34, 34, 36, 37 û 38 ên Bêjenasiya Zimanê Kurdî ku nivîskarê me Beghyani Shadi Sharin amade em wekî pirtûkên elektronîk çap dikin û bi we re parve dikin. Weşanên ku berhemên xwe wekî PDF ji me re bişînin ser e-peyama info@amidakurd.com dê bikaribin berhemên xwe wekî elektronîk li ser Amîda Kurd bidin weşandin. Bi saya vê teknolojiyê re weşanên kurdî bêyî ku pêşkêşker (server/hosting) kirê bikin, dê bikaribin weşanên xwe bi xwendevanan re bi riya Amîda Kurd parve bikin. Amîda Kurd