Şaredarî Seferber Bûn 12:22 23.10.2011 Şaredariyên BDP'ê ku 98 heb in, bi riya daxuyaniyan gazî gel kirin ku betanî, paçê zarokan, kon, doşek, lihêf, cil û bergên zivistanê bigihînin şaredariyan. Şaredarî û saziyên kurd bi riya SMS (peyamên telefonan), daxuyaniyên çapemeniyê, radyo û televizyonan gazî gel kirin ku ji bo Wanê û navçeyên wê alîkariyê bişînin. Her wisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku li Amedê li 5 navendan berhevkirina alavan dest pê kiriye û hinek hêzên rizgarker û lêgerîna rewşên afet û tofanê ber bi Wanê ve bi rê ketine. Li aliyê din hate ragihandin ku riya navçeya Erdîşê ji ber erdhejê têk çûye û hatiye girtin.