Xinêre û Xakûrkê hatin topbarankirin 06:27 29.10.2011 Balafirên şer ên artêşa Tirk şevê din herêmên Xakûrkê û Xinêreyê di heman demê de bombebaran kirin. Balafirên şer ên artêşa Tirk duh di seat 23.00-00.00 de deverên Navsera Eliyê Dirêj û Geliyê Reş ên Xakûrkê û deverên Lolan û Goşînê yên Xinêreyê bombebaran kirin. Der barê encam û ziyanên bombebaranê de agahî nehatine bidestxistin. ANF NEWS AGENCY