HPG’ê nasnameya gerîlayan aşkere kir 01:03 30.10.2011 Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku di 22’ê cotmehê de li herêmên Guza Reşê û Gundê Pîrê yên Çelê, di encama karanîna çekên kîmyewî yên ji aliyê artêşa Tirk ve û şerên dijwar de 24 gerîlaya jiyana xwe ji dest dane. HPG’ê ragihand ku ew nikarin xwe bigihînin 11 gerîlayên din jî. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê têkildarê 24 cenazeyên li Meletiyê tên ragirtin de daxuyaniyekê da û diyar kir ku cenaze yên gerîlayên HPG’ê ne. HPG’ê di daxuyaniya dayî de ragihand ku hatiye piştrastkirin ku artêşa Tirk di şer de bombeyên napalm û çekên kîmyewî bi kar anîne. Di daxuyaniyê de ragihand ku di encama şerên dijwar û êrişên hewayî yên ku çekên kîmyewî têde hatin bikaranîn de, ji 22-24’ê cotmehê ve yekîneyek a gerîlayan a ji 35 gerîlayan pêk dihatin tu agahî nehatine girtin. HPG’ê diyar kir ku 24 cenazeyên li Meletiyê têne ragirtin ên gerîlayên HPG’ê û ragihand ku heta niha wana tu agahî ji 11 gerîlayên din negirtine. HPG’ê ragihand ku ew nizanin ka her 11 gerîlayên din sax in an ne û bal kişandku ger sax bin jî, ew nikarin bizanina kîjan cenazeyên li Meletiyê têne ragirtin ên kîjan gerîlayî ne. ÇAREYA WAN ÇEKÊN KÎMYEWÎ BÛN Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Yekîneyek me ya ji 35 pêk tê di encama şerên dijwar ên li Çelê û Colemêrgê, û karanîna çekên cûda de şehîd bûne. Ji bilî hevalên me yên di encama lêdana qazanên li zinaran ketin û di bin zinaran de man û şehîd bûn, hemû hevalên me yên din li hemberî dijminê faşîst bi awayeke lenheng şer kirine, li ber xwe dane û jiyana xwe ji dest dane. Artêşa Tirk a dagirker a ku li hemberî vê berxwedana hevalên me heyrî ma, çareyê di karnaîna çekên di asta navnetewî de hatine qedexekirin de dît.” HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye û got; “Li gorî agahiyên ku yekîneyên me yên di bin êrişên hewayî û şer de mane, her wiha li gorî lêkolînên me, artêşa Tirk a dagirker careke din hiqûq navnetewî bin pê kiriye û çekên qedex bi kar aniye. Ligel êrişa bi rojan a bi balafirên şer, kobra, helîkopter, tank, top, obîs, hewan, hatiye zelalkirin ku bi awayeke dijwar bombeyên Napalm bi kar aniye, her wiha çekên kîmyewî jî hatine bikaranîn. Li rexmê barîna baranê jî bi rojan bandora çekên kîmyewî berdewam kiriye û heta niha jî berdwam dike. Bi vê yekê jî careke din aşkere dibe ku navê Necdetê Kîmyewî yê ku gelê me li fermandarê artêşê Necdet Ozel kiriye, rast û di cihê xwe de ye. Çekên kîmyewî yên bi dehan car li hemberî gerîlayan hatine bikaranîn, di çalakiya Çelê de jî hatine karanîn.” HPG’ê bang li hemû sazî û rêxistinên navnetewî û peywendîdar kir ku der barê mijarê de dest bi lêkolîn bikin. ŞEHADET VEXWENDiNÊN BERPiRSYATiYÊN DÎROKÎ NE Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Her yek ji wan lehengên ku bi kevneşopiya berxwedanî ya gelê Kurdistanê, cewhera welatparêzî û zanebûna Apocîtî mezin bûne. Wê sekin, kesayetî û jiyana wan a şoreşgerî bibe dînamîka tekoşîna me û wê her tim hebûna xwe biparêzin. Li hemberî berxwedanî û lehenghiyên ku ji Wan, Colemêrg, Riha, Semsur, Îdir, Çelê, Qers, Şirnex, Elkê, Erzîngan, Mûş, Êlih, Xoy, Urmiye, Selmas, Kamyaran, Mako, Kobanî, Dirbesiyê, Efrîn, Dêrîkê û her çar parçeyên Kurdistanê, berpirsyariyeke dîrokî ya xwedîderketina li nirxên me, dikeve ser milê me û gelê me. HPG’ê di daxuyaniya nivîskî de wiha got: “Hevalên mê yên di navbera salên 1980 û 1990’an de hatine dinê rûmetên Tevgera Apocî ne û bi biryar li hemberî nirxên azadiyê meşa xwe ya li çiyayên azad ên Kurdistanê domandine. Her hevalek me bi hêz, bi moral, bi coş û heyecan li çiyayên azad cihê xwe girtine. Xwe di her hêlê de pêş xistine û xwedî li hemleya azadiyê derketine. Her jiyaneke hevalek me, pîvanên van û meşa wan a bi biryar dibin mijara destanan. Her hevalek bê dudilî xwedî li Rêber Apo derketine û bûne pêşeroja azad.” Daxuyaniya HPG’ê ya der barê nasnameya 24 gerîlayên ku di 22’ê cotmehê de li herêmên Guza Reşê û Gundê Pîrê yên Çelê, di encama çekên kîmyewî yên ji aliyê artêşa Tirk ve hatin karanîn, de jiyana xwe ji dest dan ev tişt hate gotin: “Ji bo jiyaneke azad, axek azad û li dijî kedxwariya hêzên dagirker û faşist her tim di nav têkoşînê de bûn. Zarokên wî welatî ligel hemû zext û zordariyan her tim alîgirê azadiyê bûn û vê tiştî nîşanê me jî dan. Hevalên me yên jin, her yek pêşengên jiyana azad û civakeke azad bûn. Bi kenê xwe yê herî xweşîk tevli karwanê nemiran bûn. Bi perspektîfa Bîrdoziya Rizgariya Jine, meşa xwe ya bi biryar li hemberî dijminan têkoşîna xwe domandine.” Di daxuyaniya HPG’ê de qala çalakiya Çelê hate kirin û daxuyanî wiha dom kir: “Ev windahî bi tu awayî çalakiya Çelê venaşêre. Çalakiya Çelê li hemberî hêza dewletê wekî xençerek bû û ev lehengên me li hemberî dijmin nehatin zeptkirin. Lê dijminên ku li hemberî gerîlayan têk çû bi hovane êrîş kir. Êrîşa dijmin bû sedema guhertina erdnegariya Kurdistanê. Ji ber tirsê ev qas êrîşe pêk hat. Lê divê kesên alîgirê şer keyfxweş nebin. Êv êrîşên ku li hemberî gerîla pêk tê wateya tolhildanê. PKK’ê di encama tolhildana dîrok û gelan derketiye holê, arteşa wî ya fedaî, dê li hemberî ev şerê qirêj, pêkanînên li dij mirovahiyê hesabê bipirse. Xwîna hevalên me li erdê namîne. Li hemberî dijminê faşist û kedxwariyê tu carî serî danaynin. Zarokên wî welatî carek din soz didin ku wê tola van hevalan bê girtin. Em di vê baweriyê de nin ku gelê kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî vê êrîşa hovanê berxwedana xwe xurt bike û wê xwedî şervanên xwe yên azadiyê derbikeve. Xwedî li derketina şervanan berpirsiyartiyek e.” HPG’ê nasnameya 31 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane aşkere kir û diyar kir ku ew ê nasnameya 4 gerîlayên din piştre aşkere bikin: Nasnav: Brûsk Amed Nav û Paşnav: Mizbah Kiziler Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1976 / Qulp, Amed Navê Dayîk û Bav: Fatma – Aziz Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 1993 / Qûlp, Amed Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Rejav Jilemo Nav û Paşnav: Eli Hesen Pervizi Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1981 / Kamyaran Navê Dayîk û Bav: Emine Elî Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2007 / Berdenazê Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Xeyrî Fedakar Nav û Paşnav: Cevdet Ortaş Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1993 / Colemêrg Navê Dayîk û Bav: Seyran – Mahmut Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Gulbahar Kobanî Nav û Paşnav: Saniye Mustafa Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1993 / Kobanî Navê Dayîk û Bav: Emine – Mustafa Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2008 / Heleb Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Zinar Xoy Nav û Paşnav: Sultanelî Julide Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1987 / Xoy Navê Dayîk û Bav: Qûdret – Bîşar Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2007 / Xoy Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Berwar Zilan Nav û Paşnav: Behice Bedro Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1983 / Dirbêsiyê Navê Dayîk û Bav: Wefiye – Behçet Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 1999 / Dirbêsiyê Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Kod: Adi: Dilşad Aryen Nav û Paşnav: Giyasettin Kaval Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1982 / Colemêrg Navê Dayîk û Bav: Gulistan – Veysî Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2009 Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Rûken Serhat Nav û Paşnav: Şîlan Ergun Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1990 / Wan Navê Dayîk û Bav: Hatice – Kerem Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2006 / Wan Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Doğan Efrîn Nav û Paşnav: Minnan Îsmaîl Akkaş Navê Dayîk û Bav: Zarife İsmail Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2010 / Efrîn Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Serdem Pir Nav û Paşnav: Îkram Kara Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1989 / Wan Navê Dayîk û Bav: Ayşan – Îslmaîl Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2009 / Çaneqelle Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Dijwar Riha Nav û Paşnav: Çetin Modanlar Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1985 / Riha Navê Dayîk û Bav: Necla – Ahmet Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2006 / Riha Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Sipan Cûdî Nav û Paşnav: Geylani Reşidi Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1991 / Urmiye Navê Dayîk û Bav: Asiye – Îreç Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2008 / Urmiye Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Medya Ronahi Nav û Paşnav: Îpek Çiçek Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1989 / Îdir Navê Dayîk û Bav: Emine – Hasan Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2009 / Îdir Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Roza Semsur Nav û Paşnav: Sûna Ozdemir Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1989 / Semsûr Navê Dayîk û Bav: Besime – Mahmut Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2009 / Stenbol Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Zilan Colemêrg Nav û Paşnav: Gulistan Koç Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1981 / Colemêrg Navê Dayîk û Bav: Esmer – Bedirhan Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2006 / Colemêrg Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Eylem Ararat Nav û Paşnav: Ebru Muhikanci Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1989 / Qers Navê Dayîk û Bav: Birgul – Nurettin Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2008 / Qers Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Beritan Şin Nav û Paşnav: Ayşe Amra Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1984 / Mako Navê Dayîk û Bav: Zarife – Adil Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2007 / Mako Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Kemal Cizîr Nav û Paşnav: Derviş Ozkan Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1985 / Şirnex Navê Dayîk û Bav: Avniye – Abdulaziz Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2009 / Colemêrg Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Deniz Derya Nav û Paşnav: Leyla Halimi Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1987 / Salmas Navê Dayîk û Bav: Hamide – Hamit Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2005 / Salmas Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Diren Tohildan Nav û Paşnav: Emine Altun Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1987 / Riha Navê Dayîk û Bav: Nazime – Ahmet Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2007 / Van Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Agirbaz Rapo Nav û Paşnav: Oktay Çelik Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1986 / Muş Navê Dayîk û Bav: Makbule – Seyithan Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2007 / İsviçre Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Levent Dêrik Nav û Paşnav: Ahmet Mirza Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1993 / Dêrik Navê Dayîk û Bav: Peyman – Muhammed Emin Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2009 / Dêrik Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Welat Munzur Nav û Paşnav: Aziz Balikçi Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1994 / Muş Navê Dayîk û Bav: Zahide – Suleyman Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Garzan Çarçela Nav û Paşnav: Sezar Arslan Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1992 / Êlih Navê Dayîk û Bav: Kadriye – Mehmet Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2009 / Colemêrg Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Dilar Dilbirin Nav û Paşnav: Gulale Yusufi Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1986 / Salmas Navê Dayîk û Bav: Hayal – Sadiq Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2003 / Salmas Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Serdar Mezrai Nav û Paşnav: Cemil Erol Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1992 / Colemêrg Navê Dayîk û Bav: Camia – Suleyman Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2008 / Colemêrg Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Gever Faraşin Nav û Paşnav: Reşat Aslan Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1989 / Şirnex Navê Dayîk û Bav: Hiyal – Huseyin Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2008 / Colemêrg Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Erdal Yilmaz Nav û Paşnav: Enver Akçay Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1981 / Dicle, Amed Navê Dayîk û Bav: Hazniye – Hasan Cih û Dîroka tevilbûnê: 2006 / Stenbol Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Tîrêj Nav û Paşnav: Mahmut Bor Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1979 / Kurtalan, Siirt Navê Dayîk û Bav: Gewrê – Tahir Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2004 / Amed Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Dundar Gabar Nav û Paşnav: Abdurrahman Enuştekin Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1989 / Siirt Navê Dayîk û Bav: Fatma - Emin Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2005 / Siirt Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg *** Nasnav: Şaho Hewraman Nav û Paşnav: Umît Remezanî Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1989 / Kamyaran Navê Dayîk û Bav: Zeri Sadiqî – Vekil Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2007 / Kamyaran Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg ANF NEWS AGENCY