Li Wanê şewata çadiran didome 07:20 22.01.2012 Li taxa Selîmbey a Wanê çadirek din ji ber çûrîskên sobeyê şewitî. Di şewatê de kesek jehrînî bû û rakirin nexweşxaneyê. Li Wanê şewata çadirên naylonî berdevam dike. Çadira Îsmet Demîr ê li taxa Selîmbey bi derfetên xwe veda ji ber çûrîska sobeyê şewitî. Endamên malbatê bi zorê xwe ji çadirê avêtin derve û bi alîkariya welatiyan xwestin şewatê vemirînin. Yekîneyên îtîfaiyeyê hatin cihê bûyerê û mudaxeyî şewatê kirin. Di şewatê de Ahmet Demîr ê 17 salî jehrîni bû û rakirin nexweşxaneyê. DÎHA (ft/mae)