Li Enqerê ablûkaya Newrozê 10:39 18.03.2012 Ji ber giştînameya Wezareta Karên Hundir Walîtiya Enqerê destûr neda Newroza Enqerê ya li qada Koleje dê hatiba pîrozkirin. Polîsan qada Newrozê dorpêç kir. Qada Koleja Enqerê û kolana Torosa ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Ekîbên polîsan a hêzên çevîk û wesayîtên TOMA'yan li serê kolanan tê rawestandin. Polîsan daholvanên li kolana Torosê jî asteng kirin. Welatî jî li kolana Torosê civiyan. Hat hînbûn ku di saetên nîvro de ew ê li kolana Sakaryayê daxuyanî bê dayîn. Di ketin û derketina cadeya Sakaryayê de kontrola nasnameyan tê kirin. (ak)