Wêneyên Raşa piştî 58 salan li Amedê ne 06:46 06.04.2012 2'emîn pêşengeha berhemên wêneyên Remzî Raşa ya "Dibistana Parîsê" li Amedê tê pêşandan. Pêşengeha wêneyan a ji berhemên Wênesaz Remzî Raşa yê ku ji "Dibistana Parîsê" a bi navê "Hilbijartina Tenêtiyê Retrospektifek" a 1946- 2006'an piştî 58 salan li Tirkiyeyê tê pêşandan. Pêşengeha wêneyan dê di 7'ê nîsanê de li Galeriya Hunerê ya Sumerparkê bê vekirin û heta 6'ê gulanê vekirî bimîne. Pêşengeh çîroka jiyana wênesaz vedibêje. Remzî Raşa kî ye? Raşa, li Hatayê hate dinê û pêşengeha xwe ya yekemîn di 17 saliya xwe de li mala gel vekir. Di sala 1953'yan de li Parîsê bi cih bû û pêşengehên kesayetî vekirin û tevlî pêşengehên girseyî bû. Raşa hêj li Parîsê dixebite û wêneyan çêdike. (bd)