Rûniştina 152 siyasetmedarên kurd dest pê kir 05:52 09.04.2012 42'yemîn rûniştina doza 99 jê girtî 152 siyasetmedarên kurd ku wekîl, şaredar û parazvanên mafên mirovan jî hene li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. 42'yemîn rûniştina doza 99 jê girtî 152 siyasetmedarên kurd ên wekîl û şaredar û parazvanên mafên mirovan jî hene û bi îdîayên "Rêveberên rêxistinê" û "Endamên rêxistinê ne" tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Gelek parêzer, nûnerên balyozxaneya Swêdê balyozxaneya Platforma Hevpar a Mafên Mirovan a Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (İHOP), Yekîtiya Parêzerên Bêsînor a Swêdê jî di rûniştinê de amade bûn. Polîsan beriya rûniştinê derdorê Edliyeya Amedê dorpêç kir û weatiyên diçin edliyê di bin gelek kontrolan re derbas dibin. (bd/mae)