Sibê dê xelata Apê Feqî bê dayîn 10:31 17.04.2012 Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dê sibê bi merasimekê salvegera xwe pîroz bike û xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç bide. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di 18'ê nîsana 1992'yan de hate avakirin. Enstîtuya Kurdî sibê bi minasebeta 20'emîn salvegera damezirandina saziyê û wefata Feqî Huseyîn Sagniç, dê "Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç" bide. Merasima salvegera damezirandina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û xelata Apê Feqî Huseyin Sagniç dê sibê bi merasimekê pêk bê. Mamosteyê Enstîtuyê Mulazim Ozcan (Miraz Ronî) ji bo 8'min xelatê layîq hate dîtin. Merasim dê sibê saet di 17.00 - 20.00'an de li Cezayir Cafe ya Taksimê pêk bê. (bg/mae)