3. Rojên Fîlman ên Bazîdê dest pê dike 07:58 26.04.2012 Bernameya 3'yemîn Rojên Fîlman ên Bazîdê ya ji aliyê Şaredariya Bazîdê ve tê organîzekirin aşkera bû. Li navçeyê di nava 2 rojan de gelek film belgefilm dê bên pêşandan. 3'yemîn Rojên Filman ên Bazîdê ya ji aliyê Şaredariya Bazîdê ve tê organîzekirin dest pê dike. Di bernameya rojên filman a îsal de piranî filmên kurd cih digirin. 3'yemîn Rojên Filman ên Bazîdê di 28 û 29'ê nîsanê de pêk tê û di nava 2 rojan de gelek film, filmên kin û belgefilm bên bêşandan. Bernameya filman wisa ye: 28'ê nîsanê Filmên zarokan (13.00) Halepçe / Hêviya Bêdawî (Belgefilm) (15.00) Gude Entel Lı Hemberî Gundê Efe (19.00) 29'ê nîsanê Nîşandana Kurefîlmanê (13.00) Cewher (Belgefilm (15.00) Rêç (19.00) (bd)