Midûrê Tîma Taybet birîndar kirin 05:19 04.05.2012 Şevê din li navenda Şirnexê li dijî Midûrê Şaxa Tevgera Timên Taybet a Midûriyeta Polîsan a Şirnexê Îrfan Olçar êrîş pêk hat. Di êrîşa çekdarî ya HPG'ê de Olçer û polîsekî li gel wî birîndar bûn. Şevê din saet di 21,45'an de li navenda Şirnexê endamên HPG'ê li dijî Midûrê Şaxa Tevgera Timên Taybet a Midûriyeta Polîsan a Şirnexê Îrfan Olçar êrîş pêk anîn. Di êrîşê de Olçer û polîsekî li gel wî birîndar bûn. Di êrîşa li dijî maşîneya zirxî ya midûr de Îrfan Olçar û polîsê li gel wî birîndar bûn. Piştî Olçar û polîs birîndar bûn rakirin nexweşxaneya Leşkeri ya Şirnexê. Birîndar pişt re rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hate zanîn ku piştî êrîşê li herêmê operasyana fireh hate amadekirin. (mae)